Amerîkayê li ser Kobaniyê Tirkiye hisyar kir!
PeyamaKurd- Amerîkayê di derbarê bombebarankirina Tirkiyê ya li ser tixûbê Sûriyê de metirsiyên xwe anîn zimên û Tirkiye hişyar kir.
Di van rojên dawî de Tirkiye carcaran li ser tixûbê Sûriyê çeperên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tacîz dike. Li gorî agahiyan di nava hefteyekê de 2 şervanên YPGê hatin kuştin.
Li ser van geşedanan ji aliyê Amerîkayê ve daxuyaniyek hat. Cîgirê Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê Robert Palladino ji rojnamevanan re axivî û got ku em ji Tirkiyê dixwazin ku li herêmê bi tena serê xwe tevnegere. Li herêmê leşkerên Amerîkayê hene, di rewşeke wiha de gavên yekalî me ditirsînin. Em ewlehiya tixûbên Tirkiyê girîng dibînin, lê belê divê her gav bi şêwr û muşêwre werin avêtin.
Palladino got ku ji bo ku tundî kêmtir bibe, Amerîka bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Tirkiyê re di nava têkiliyê de ye.