TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêsa Îsraîlê êrîsên bejahî yên ser basûrê Xezeyê berfireh kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 30 adar 2025 13:29

PeyamaKurd – Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan di çend demjimêrên borî de, êrîşên bejahî yên ser başûrê Kerta Xezeyê berfireh kirine.

IDFê ragihandiye ku berfirehkirina êrîşên bejahî li başûrê Xezeyê bi armanca firehkirina herêma tampon pêk tê.

Herwiha hate eşkere kirin ku artêşa Îsraîlê ketiye taxa Refahê ya al-Geneinayê û binesaziya deverê jî tune kiriye.

Rayedarên Îsraîlî jî dane xuyakirin ku di êrîşan hejmarek Hemasî hatine kuştin.

Parve bike: