TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêsa Îsraîlê: Rêveberê leskerî yê Hizbullahê hate kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 23 adar 2025 16:02

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand ku rêveberekî leşkerî yê Hizbulaha Lubnanê di bombebaraneke esmanî de hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê da xuyakirin, fermandarê proseyên leşkerî yê Hizbulahê Rezwan Selîm Ewaze di bombebaraneke Îsraîlê ya li ser navçeya Swêr a li başûrê Lubnanê de hatiye kuştin.

Hêjayê gotinê ye, piştî agirbesta zêdetirî du mehan, di navbera Hizbulaha Lubnanê û artêşa Îsraîlê de şer ji nû ve dest pê kiriye ku Hizbulaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran dike û artêşa Îsraîlê jî başûrê Lubnanê bombebaran dike.

Parve bike: