TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêsa Nîjeryayê derbekî mezin li rêxistina ISWAP ê xist

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2021 01:04

PeyamaKurd – Berdevkê artêşa Nîjeryayê tûxgeneral Benard Onyuko ragihand ku artêşa Nîjeryayê operasyon kiriye ser rêxistina ISWAP ê ya li hemberê dewletê. Artêş ji hewa û bejayiyê de êrîşê biriye ser wan û serokê ISWAP ê yê nûh Malam Bako kuştiye.

Rêxistina ISWAP ê beşekî ji rêxistina Boko Haramê ye û berê serokê wê Ebu Musab el-Barnawî bû ku di meha hezîranê de ji aliyê artêşê de hatibû kuştin û Malam Bako ketibû şûna wî. Berdevkê artêşê Onyuko weha got:

“Di operasyonan de, di nava kuştiyan de serokê nû yê ISWAP ê Bako jî heye û bi temamî 38 endamên rêxistinê hatin kuştin.”

ISWAP heya niha ti agahî nedaye.

Parve bike: