Cîhan
Artêsa Sûriyê li gundê Sermînê xist: 6 sîvîl birîndar bûn
PeyamaKurd – Artêşa Sûriyê û grûbên bi desteka Îraniyan ku li navça Seraqibê xwe bicîh kirine, li rojhilatê bajarê Idlibê li gundê Sermînê bi çekên dûravêj li gund xistin û di encamê de 6 kesên sîvîl birîndar bûn. Ragihandin ji aliyê dezgeyên sîvîl de hat kirin.
Artêşa Sûriyê her weha li gundên bakûrê rojavayê Hamayê li gundên Ziyara, Kastun, Karkur, Meşyik, Sirmeniy û li Idilibê li gundê Fattirayê xist.
Li gor peymana Astanayê ya sala 2017an Idlib yek ji çar deveraye ku divê lê gergeşe bên kêmkirin.