TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêsa Sûriyê û Artêsa Netewî her dû ketin Munbicê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 15 cotmeh 2019 03:53

PeyamaKurd- Artêşa Netewî ya Sûriyê ku bi Tirkiyê re tevdigere û Artêşa dewleta Sûriyê her dû jî ragihandin ku ketine bajarê Munbicê. Ajansa dewleta Sûriyê ya fermî SANA ketina artêşa Sûriyê bo Munbicê ragihand.

Heya niha hêzên her dû aliyan hatine hemberê hev û şer kirine an na, nayê zanîn. Lê medya Tirkiyê jî ragihandiye ku Artêşa Netewî ya Sûriyê ku bi Artêşa Tirkiyê re hereket dike, dest bi ketina nav bajrê Munbicê kiriye.Tenha tê zanîn ku ji deverê dengê sîlihan tê.

Parve bike: