TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêsa Yemenê: Du fermandarên pilebilind hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2021 23:20

PeyamaKurd – Artêşa Yemenê ku Hevpeyamiya Erebî ya Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike ragihand, du fermandarên pilebilind ên Hûsiyên bi ser Îranê ve hatin kuştin.

Artêşa Yemenê li ser medya civakî ragihandiye: "Cîgirê Sererkanê Hûsiyan Ebu Salih el-Meddani û kesên ligel wî li bajarê Maribê di eniya şer de hatin kuştin.”

Herwiha hat diyarkirin ku fermandarekî din ê Hûsiyan Muhammed el Bennus jî Maribê hatiye kuştin.

Hûsiyan derbarê kuştina her du fermandarên xwe di ti daxuyaniyek belav nekiriye.

Parve bike: