TR KU SO
FB X
Cîhan

Awistralya Hizbullahê dixe nav lîsteya terorê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 25 mijdar 2021 01:02

PeyamaKurd - Wezîra Navxwe ya Awistralyayê Karen Andrews, ragihand ku ew amadekarî li ser dikin ku Hizbullahê û komeke nijadperest a nazîyî bixin lîsteya terorê.

Andrews li ser hesabê xwe yê Twitterê daye xuyakirin, hikumeta wan dixwaze Hizbullah û komeke nîjadperest a nazîyî wek rêxistinên terorîst nîşan bide û ji bo wan tedbîrên giran bistîne.

Rojnemaya Jerusalem Post a îsraîlî ragihandiye ku serokwezîrê Îsraîl Naftali Bennett di civîna li Lûtkeya Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî de ku li Glasgow hatibû lidarxistin, ji hempêşiya xwe ya Awistralyayê Scott Morrison daxwaz kiribû, Hizbullahê bixe lîsteya rêxistinên terorîst.

Parve bike: