TR KU SO
FB X
Cîhan

Azerbaycan, cesedê 32 leskerên Ermenistanê teslîm kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 18 îlon 2022 02:20

PeyamaKurd – Di şerê du rojan de yê navbera Ermenistan û Azerbeycanê yê ser sînor de, dewleta Azerbeycanê cenazê 32 leşkerên Ermenî teslîmê Ermenistanê kir. Komîsyona Azerbeycanê ya dîl, wenda û rehînan di ragihandina xwe de got ku di 12-14 ê êlûnê de, di şerê ser sînor de cenazên 32 leşkerên Ermenî yên hatibûn kuştin, piştî hatine kontrolkirin, hat dîtin ku di cesedan de ciyê derbê tine û ji aliyê Ermenistanê de teslîm hatine sitendin.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku cesedên din yên mane, piştî karên pêdivî bên kirin, wê teslîmê Ermenistanê bên kirin.

Parve bike: