Bajarekî Belçîkayê, boykotkirina Îsraîlê qebûl kir!
PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên ku ji çapemeniya Belçîkayê hatin ragihandin, Meclisa Bajarê Liegeyê ya li rojhilatê Belçîkayê, pêşnûmeyeke ji bo boykotkirina Îsraîlê qebûl kir.
Hat diyarkirin ku Partiya Sosyalîst û hin partiyên biçûk ên herêmî, piştgirî dan pêşniyaza Partiya Karkeran a li meclîsa şaredariyê ya sêyemîn a bajarê herî mezin a Belçîkayê.
Li gorî hat eşkerekirin, di biryarnameyê de "Heta ku tundiya pergalkirî ya rayedarên Îsraîlê li dijî gelê Filistînê bi dawî bibe, hemû têkiliyên bi dewleta Îsraîlê û saziyên wê re bi awayekî demkî rawestînin."
Li ser mijarê, daxuyaniyek jî hat dayîn û hat gotin ku "Em hêvî dikin ku biryara bajarê Liegeyê jî îlhamê bide şaredariyên din ên Belçîka, Ewropa û cîhanê ku piştgiriyê nedin rejîma cudakariyê.”