TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafir ket otoparka galeriya erebeyan û 2 kes mirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2022 03:19

PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Ohioyê li bajarê Columbusê balafirekî biçûk ket otoparka galeriya erebeyan û di encamê de 2 kes mirin. Balafir ji bajarê Columbusê diçû bajarê Parkersbûrg a  eyaleta Virginiyayê. Balafir tîpa 1974 Beechcraft King Air E90 e.

Di ketina balafirê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 erebe şewitîn. Kapasîta balafirê 10 rêwîne lê di wexta ketina balafirê de ajotvan û rêwiyekî di balafirê de bûn û her dû jî mirin.

Parve bike: