Cîhan
Balafir ket û 22 kes can dan
PeyamaKurd- Li welatê Ûkraynayê li bajarê Harkivê li navçeya Çûgûyîvê balafirekî tîpa AN-26 ya leşkerî ket û di qezayê de 22 kes can dan. Ragihandin ji aliyê wezareta karên hundir ya Ûkraynayê de hat kirin. Dema balafir dikeve, pêre agir davêje balafirê.
Di balafirê de 18 xwendekarên leşkerî û 5 jî muretebat hebûn. Heya siet 21.45ê bi wextê Ûkraynayê jimara candayiyan 18 bû lê niha gihaye 22 kesan.