Cîhan
Balafir li refên martiyan xist û 23 kes birîndar bûn
PeyamaKurd- Balafira rêwiyan ya şîrketa Uralê piştî ji balafirgeha Moskovayê rabû, li refên martiyan xist û motorên wê zerarê dîtin. Li ser vê balafir nêzî Moskovayê li balafirgeha Zhukovskyê ya navdewletî xwe danî nava zeviya lazûtê (gilgil-misir).
Di balafirê de 226 rêwî hebûn û ji wan 23 kes birîndar bûn. Rêwiyên balafirê bi awayeka ecele hatin tehliyekirin. Rêvebirê şîrketa Uralê Sergey Skuratov ragihand ku marti ketine her dû motoran û motor hatine girtin lê pîlot û muretebatên pêre, karibûne balafirê deynin.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku Putin bi sedema ku pîlot serkeftî bûn dê xelatê bide pîlotan.