TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafira Rûsya ket: 9 mirî û 15 birîndar

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 20 hezîran 2021 04:05

PeyamaKurd – Li Rûsyayê li devera Sîbîryayê li Kemerovo yê bi sedema balafir xwe bi tundî danî pîsta balafirgehê, qeza kir û di encamê de 9 kes mirin. Balafir ya tîpa L-510 e û paraşûtvanê sporê hildigirt.

Wezareta karên lezgîn ya Rûsyayê ragihand ku dema balafir bi heza ket, di motoreka wê de ariza hebûye. Muretebatê balafirê bi sedema arizayê dageriyaye balafirxanê û balafir li ser perê xwe ketiye.

Di balafirê de 24 kes hebûne û tevî her dû pîlotan 9 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne. Li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Parve bike: