TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafirên Îsraîlê balafira Îranê tacîz kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 24 tîrmeh 2020 03:50

PeyamaKurd- Balafira rêwiyan ya Îranê ku sefera Tehran û Beyrûdê dikir, di seha hewa Sûriyê de ji aliyê balafirên Îsraîlê yên şer de hat tacîz kirin. Bi sedema balafirên Îsraîlê di mesafeyekî nêz de firiyan, balafira Îranê bilez xwe daxist. Di danînê de hinek rêwî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku balafirên Îsraîlê yên ku balafira Îranê tacîz kirine balafirên tîpa F-15I in. Hûrahiya nûçeyê bi temamî heya niha nehatiye ragihandin. Balafira Îranê li kîjan balafirgehî daniye nehat aşkerakirin.

Parve bike: