TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafirên Îsraîlê bingehên hêzên Îranê yên Sûriyê bombebaran kirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 25 mijdar 2020 16:02

PeyamaKurd – Balafirên Îsraîlê bingehên hêzên Îranê li derdora Şamê û bajarê Quneyterê bombebaran kirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand, balafirên Îsraîlê  bingehên rêjîma Sûriyê yên hêzên Îranê lê bicih dibin li navçeya çiyayê Manê li başûrê Şamê û gundê Roceyne li başûrê Quneyterê bombebaran kirin.

Zanyariyên Rewangehê destnîşan dikin, ziyanên mezin gihîştine wan bingehan û hejmarek çekdar jî hatine kuştin

Parve bike: