Cîhan
Balkona mala taziyê roxiya: 13 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Bartınê li navçeya Ulusê merasima cenaze li mala 2 tebeqe hat kirin û ji ber balkon ji textan çêkirîbû giraniyê ranegirt û roxiya. Di encamê de 13 kes birîndar bûn.
Merasima cenaze ji bo Muharrem Can (47) dihat kirin. Ji ber xwarin jî dihat amadekirin, xwarina germ bi ser 2 kesan de rijiya û bedena wan ji germê şewitî.
Li ser bûyerê gelek ambulans û tîmên pêwendîdar çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Bartınê.