Baran, lehî û heza erdê, bû sedema mirina 7 kesî
PeyamaKurd – Li welatê Bangladeşê li aliyê rojavayê başûrê wê, baran gur bariya, bû sedema rabûna lehiyê û hez li erdê ket. Di encamê de 7 kes mirin û gelek kes birîndar bûn. Li devera Cox’s Bazarê, kampên ku 1 milyon Misilmanên Arakî yên koçber lê dijîn, ketin bin bandora felaketê.
Rêvebirê cîh Muhammed Salahuddin ragihandiye ku kampên Misilmanan bandorê ji bobelatê dîne û bende ne ku baran 2 rojên din jî dewam bike.
Di heza erdê de, 6 kes mirine û li bajarokê Teknafê jî zarokekî miriye ku jimara wan dike 7 kes. Bi sedema lehiyê 35 rê di bin ava lehiyê de mane û hindik maye ku çûnûhat raweste.
Gelek xanî di bin avê de mane û ciyên ku gelek tûrîst diçinê, 500 otel zêde, nikarin xizmetê bidin muşteriyan. Tûrîstên ku li deverê ne, di qonaxên xwe asê mane.