TR KU SO
FB X
Cîhan

Belarusê, 33 leskerên Wagnerê yên Rûsyayê girt

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 30 tîrmeh 2020 02:08

PeyamaKurd- Serokomarê Belarûsê Alkesandr Lukaşenko di mijara 33 leşkerên Rûsan yên bi pere girtine, di derbarê wan de ji Rûsyayê agahî û beyan dixwazin. Lukaşenko, bo konseya Ewlekariyê ferman da ku di derbarê her 33 leşkerên Wagnerê yên bi pere yên Rûsyayê de seredana ciyên pêwendîdar bêkirin.

Li gor ajansa BELTA yê; li ser mijarê Lukaşenko, Konseya Ewlekariyê civandiye. Lukaşenko weha got:

“Min, we bi sedema vê mijarê zelal bibe dawetî vê derê kir. Navekî dinê yê vê mijarê tine ye. Hindik maye ku Rûs bêjin; we wan leşkeran xistiye welatê xwe. Divê niyeta xwe ya xerab paqij nîşan bidin. Eger vana hemwelatiyên Rûsyayê bin, ku ji îfadeyên wan ev tê fêmkirin, bo bersiva me bidin, divê bi ciyên pêwendîdar re seredan bên kirin. Eger ne sûcdar bin baş e. Niyeta me nîne em welatekî nêzî xwe bê qedir bikin.”

Lêpirsîna her 33 leşkerên Wagnerê li Belarûsê dewam dike.

Parve bike: