Cîhan
Berdevkê Artêsa Iraqê: Binkeyên li sînorên Sûriyê têne bihêzkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, tedbîrên li binkeyên hêzên artêşa Iraqê yên li ser sînorên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hatine zêdekirin.
Berdevkê Artêşa Iraqê Yehya Resûl ragihand, bi fermana Mistefa Kazimî tedbîrên li ser sînorên Sûriyê hatine zêdekirin û xalên artêşa Iraqê yên li ser sînoran ji aliyê çek û teknolojiyê ve hatine bihêzkirin.
Resûl gotiye, li wan binkeyan têlên sînor têne kişandin, kamerayên zindî têne danîn ligel amûrên elektronîkî çekdarkirina wan xalan berdewam dike.