Berdevkê HDPê: Bilez parlamentoyê bicivînin…
PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li Navenda Giştî ya HDPê li Enqerê, civîna çapemeniyê li dar xist û bang li deshilatdariya AKP-MHPê kir li ser tayînkirina qeyûman bilez parlamentoyê bicivîne.
Kubîlay destdanîna ser şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ku 19ê tebaxê bi tayînkirina qeyûman encam dabû jî wekî kotedaya siyasî bi nav kir.
Kubîlay wiha axivî: “Em dixwazin ku di zûtirin demê de meclîs bê vekirin. Nayê qebûlkirin ku meclîs di rewşeke wiha ya awarte de bikeve betlaneyê. Em wekî HDP bang li AKP û MHPê ku piraniya dengan di destê wan de ye dikin, bi lez meclîsê vekin.”
Gunay Kubîlay bal kişand ser proseya tayînkirina qeyûman a sala 2016an jî û got, "Mafê hilbijartinê car din hatiye binpêkirin. Di sala 2016an de jî 102 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li 95 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya jî di nav de 93 hevşaredar û 500 endamên meclîsa şaredariyê hatin girtin.”
Berdevkê HDPê li ser serdana Îmamoglu ya Diyarbekirê jî da zanîn, “Piştî ku birêz Îmamoglu li Amedê hevşaredar ziyaret kirin, niha mohra terorîstiyê li Îmamoglu û CHPê xistin.”