Cîhan
Berdevkê serokkomar: Temamê dezge û rêxistinên me seferber bûne
PeyamaKurd- Berdevkê serokkomarê Tirkiyê İbrahîm Kalı li ser erdheja Sîvrîceyê ragihand ku temamê dezge û saziyên dewletê bo tedbir û alîkariyan hatine seferbekirin.
Kalın ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir. Kalın got ku daxwaza wan ew e ku kes ji canê xwe nebe û wê agahî her dem bi awayeka fermî bên ragihandin.
Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî ragihand ku heya niha 4 hemwelatî jiyana xwe ji dest dane.
Di ser medya Tirkiyê de hat ragihandin ku li navçeya Madenê ya bi ser Elaziğê de apartmanekî roxiyaye û yek mirovekî bi saxî jê derxistine.Ev jî tê vateya ku gelek kes di apartmanê de hene.