Cîhan
Berpirsekî pilebilind ê Hizbullahê di êrîsa Îsraîlê de hate kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di êrîşa hêzên Îsraîlê ya li Newala Bekaa ya Lubnanê de, berpirsekî pilebilind ê berevaniya Hizbullahê hate kuştin.
Hate diyarkirin ku kesê hatiye kuştin di yekeya berevaniya Hizbullahê de endezyarekî pilebilnd bûye û navê wî jî MLaitham Mistefa el-Attar e.
Hate zanîn ku Îsraîlê êrîş biriye ser bajaroka Şaath a Newala Bekaayê û Attar di wê êrîşê de hatiye kuştin. Hizbullahê bêyî cihê bûyerê diyar bike piştrast kir ku Attar hatiye kuştin.