TR KU SO
FB X
Cîhan

Berpirsên Amerîka û Ukraynayê li Stenbolê civiyan

Hevi Turan
Nivîskar
📅 03 cotmeh 2022 23:20

PeyamaKurd – Nûnerên Amerîka û Ukraynayê ji bo gotûbêjkirina rewşa santrala nukleerî ya Zaporijya û referandûmên Rûsyayê yên li rojhilatê Ukraynayê, li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hevdîtin kirin.

Di hevdîtina Şêwirmendî Asayîşa Netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan û nûnerê bilind ê serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak de, Sullivan diyar kir ku Amerîka di piştevaniya serwerî û yekparçebûna Ukraynayê de berdewam e.

Yermak jî  derbarê civînê de got ku ew piştevaniya zêdetir ji Amerîkayê dixwazin û li ser tevlîkirina Rûsyayê ya 4 herêman bi referandûman jî got: "Pêwîst e civaka navdewletî derhal bersiveke guncaw bide Rûsyayê.”

Parve bike: