TR KU SO
FB X
Cîhan

Berpirsên ewlekariya Iraqê ji bo ewlehiya hilbijartinên pêswext civiyan

Hevi Turan
Nivîskar
📅 27 gulan 2021 23:38

PeyamaKurd – Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Xefecî ragihand ku derbarê hilbijartinên pêşwex ên 10ê Cotmehê de civîneke bilind a ewlehiyê hatiye lidarxistin.

Xefecî derbarê civînê de got, di civîna li Navenda Operasyonên Hevbeş a Iraqê hatiye lidarxistin de, berpirsên payebilind ên ewlekariya Iraqê beşdarî kirine.

Xefecî ragihand ku hêzên ewlekariya Iraqê ji bo ewlehiya hilbijartinan dabîn bikin amade ne û da xuyakirin ku di civînê de li ser ewlehî û parastina navendên hilbijartinê danûstandina bîr û ramanê hatiye kirin.

Parve bike: