Cîhan
Berpirsiya êrîsa Kerbelayê DAISê li xwe girt
PeyamaKurd - Berpirsiya teqîna Kerbelayê ku doh 17 kes hatibûn kuştin, rêxistina terorîst a DAIŞê li xwe girt.
Doh 20ê Îlonê mînîbuseke bombebarkirî li rawestgeheke Kerbela hat teqandin û li gor amarên dawiyê 17 kesan can da û hejmarek hemwelatî jî birîndar bûn.
Hatibû ragihandin ku piştî teqînê hêzên ewlekariyê kesên ew teqîn kirine di xwardingehekê de dema xwe veşartibûn desteser kirine.