Berya Papa here Kanadayê, kesekî gelek kesan kust
PeyamaKurd – Li Kanadayê li eyaleta British Columbia li bajarê Langley kesekî di 06:00 ê sibê bi wexta Kanadayê, bi sîlih êrîş kir û gelek kesan kuşt. Berdevka Polîsên Siwarî ya Qraliyeta Kanadayê RCMP Rebecca Parslow ragihand ku zilamekî çermsipî, gihaştî, di 06: 00 ê sibê de bi sîlihan gelek kesan kuşt û hinek kesan birîndar kir.
Berdevka RCMP navê kujer negot lê wî xistine binçav, jimara kuştiyan neda lê got gelek kes mirine. Polîs, ciyên bûyeran xistiye dorpêçê, di telefonên berîkan de anons kiriye ji bo kesên li der û dor da ji malên xwe dernekevin. Parslov got ku kesên hatine kuştin kesên di kolanan de dijîn yên bê mal in.
Berdevk got ku ciyên lê kes hatine kuştin di navbera ciyan de bi km yan mesafe hene û dibe têkiliyên kujer bi hin kesên din re hebin û niha li ser wan têkiliyan dixebitin. Li gor dîmenên ketine ser çapemeniyê, li navenda bajarê Langleyê di otoparka navenda bazarê ya bi navê Willowbrook de, tenê 9 gule li erebeyakî reş ya polîs ketine.
Ciyên bûyer li wan çêbûne, ji bo çûnûhatê hatine girtin lêgerîn û lêpirsîn dewam dike. Ji ber bûyer ketine wexta çûna seredana Papa Franciscus ji bo Kanadayê, endîşe zêdetir bûne. Polîsê Kanadayê ewlehiya Papa zêdetir kir û ji ber Papa bi temenê xwe mezine û astengiyên bedenî hene, bernama wî ya hewa servekirî bi yek sietekî sînorkir.