TR KU SO
FB X
Cîhan

Bexda | Hejmara xwepêsanderên can dane gihîst 30 kesan

Leyla Denli
Nivîskar
📅 30 tebax 2022 16:30

PeyamaKurd – Li Bexdayê hejmara xwepêşanderên can dane, gihîşt 30 kesan.

Li gor zanyariyan, îro 30.08.2022yê serê sibehê li Bexdayê hejmara kesên can dane gihîştiye 30 kesan û dengê çekan jî li Herêma Kesk û herwiha navçeyên din ên cuda jî pir zêde tê bîhîstin.

Herwiha Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê jî bi daxuyaniyekê da zanîn, bi 4 moşekan êrîşî Herêma Kesk a Bexdayê kirine.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê jî sîstema berevaniya esmanî xist kar û got, hemû karmendên balyozxaneyê li ser kar in û karê xwe berdewam dikin.

Parve bike: