TR KU SO
FB X
Cîhan

Bexda: Lînckirina jinekê bû sedema nerazîbûnên tund

İlyas batu
Edîtor
📅 23 berfanbar 2025 16:33

PeyamaKurd – Li paytexta Iraqê Bexdayê, belavbûna vîdeoya komek mêr ku bi hovîtî li jinekê didin, li ser torên civakî bû sedema pêleke hêrs û nerazîbûnê.

Bûyera ku tê de jinek bi girseyî tê derbkirin, wekî "karesateke exlaqî û civakî" hat binavkirin. Çalakvan û welatî dibêjin ev tevger li dijî kevneşopiyên Iraqê ne û nîşana têkçûna rêzikên civakî ne.

Li ser torên civakî bang li rayedaran tê kirin ku êrîşkar demildest werin girtin û cezakirin da ku bûyerên wiha dubare nebin.

Parve bike: