Cîhan
Bi 3 mûsekan êrîsî balafirxaneya Bexdayê kirin
PeyamaKurd – Bi 3 mûşekan êrîşî balafirxaneya Bexdayê ya Navdewletî kirin û di encamê de ziyanên madî çêbûn.
Li gor zanyariyan, mûşekek li garaja balafirxaneyê ket û ziyan gihîşt 4 otombîlên welatiyan.
Di heyama hefteya borî de, 3 caran êrîşên wiha li ser balafirxaneya Bexdayê û dezgehên hikûmî hatin kirin, lê ti ziyanên canî çênebûbûn.
Pêr jî li Bexdayê bombeyeke vedayî bi otombîleke hevkariyên lojistî yên hêzên Amerîkî de teqiyabû û di encamê de endamekî Polîsa Federalî birîndar bûbû.
Washington van êrîşan dixe stûyê komên çekdar ên ser bi Îranê ve. Tehran jî wan tohmetan red dike.