TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi topên hawanê êrîsî Herêma Kesk a Bexdayê kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 22 îlon 2020 17:55

PeyamaKurd - Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 3 topên hewanê li nav herêma Kesk a Bexdayê ketine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku êrîşa îro danê sibehê bi 3 topên hewanê pêk hatiye û top li nav herêma Kesk a Bexdayê ketine, lê ti ziyanek çênebûye.

Hat diyarkirin ku ew topên hewanê ji herêma El-Kirada a li hember Dibistana El-Irfan hatine avêtin.

Hêjayî gotinê ye, Balyozxaneya Amerîkayê jî li Herêma Kesk a Bexdayê ye ku gelek caran êrîş bi ser de têne kirin ku Amerîka milîsên Îranî bi wan êrîşan tawanbar dike.

Parve bike: