TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden, dorpêça nû ya li ser Îranê ragihand

Ruken güler
Nivîskar
📅 19 îlon 2023 16:30

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ew ê sizayên li ser Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad û Wezareta Îstixbarata Îranê bisepînin.

Joe Biden, piştî serbestberdana 5 hemwelatiyên Amerîkayê yên ku di çarçoveya peymana pevguhertina girtiyan a bi Îranê re li wî welatî hatibûn binçavkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Biden, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew ê sizayên li ser Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad û Wezareta Îstixbarata Îranê bisepînin û got,

"Îro pênc Amerîkîyên bêguneh ên ku li Îranê girtî ne, di dawiyê de vedigerin welatê xwe." 

Biden diyar kir ku Siyamek Namaz, Murad Tahbaz û Îmad Şarkî û 2 kesên ku nexwestin nasnameya wan eşkere bibe dê vegerin Amerîkayê.
 

Parve bike: