TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden du wezîrên xwe disîne welatên Kendavê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 06 îlon 2021 21:09

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrên Derve û Berevaniyê yên Amerîkayê serdana welatên Kendavê dikin û bi berpirsên hejmarek welatên hevpeymanên Amerîkayê yên li herêmê re dicivin.

Hat diyarkirin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, ji bo piştrastkirina hevpeymanên Amerîkayê yên li Kendavê bi fermana Serok Joe Biden serdana wn welatan dikin.

Blinken di serdana xwe ya Kendavê de diçe Qeterê û Wezîrê Berevaniyê LIoyd Austin jî serdana Siûdî, Qeter, Behreyn û Kuwetê dike.

Berpirsên Amerîkayê dibêjin, mijara sereke ya civînên herdu wezîran, pirsa Afganistanê û piştrastkirina hevpeymanên Amerîkayê yên li navçeyê ye ku bi hev re karkirina wan dê berdewam be, lê Blinken û Austin ligel Talibanê nacivin.

Antony Blinken piştî Qeterê serdana Almanyayê dike û ligel Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas dicive, piştre bi hevre mazûvaniya civîneke wezîrên derve ya derbarê Afganistanê dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê li Almanyayê serdana Bingeha Asmanî ya Ramstein dike ku hejmareke zêde ya Afganan lê dimînin û li bendê ne karûbarên wan temam bibin û daku wan veguhezînin Amerîkayê.

Parve bike: