TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden: Fikra min neguheriye divê em F-16 an bifrosin Tirkjiyê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 30 hezîran 2022 21:35

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden li Madrîdê piştî zîrwa NATO yê ji bo çapemeniyê civînekî kir. Joe Biden li ser pirsa ku di mijara firotina balafirên F-16 an de soz daye Erdoğan an na de ragihand ku divê F-16 an bifroşin Tirkiyê, fikra wî neguheriye û ji bo firotina balafiran divê ji kongra Amerîkayê karibin îznê bistînin. Biden weha got:

“Min 6 meh berê jê çi gotibû heman tiştî got. Divê em F-16 an bifroşin û balafirên Tirkiyê nûh bikin. Dema em nekin, ne di berjewendiya me de ye. Fikra min wek ya berê ye. Ji bop karibim F-16 an bifroşim, divê erêkirina kongrê hebe. Ez difikiriim, ez dibêjim ez ê karibim îznê bistînim. Ne raste ku em vêya bi endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê re girêdin.”

Parve bike: