TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden: Trump têkçûnê qebûl neke, dê lesker wî ji Qesrê derxin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 12 hezîran 2020 00:37

PeyamaKurd- Namzedê Partiya Demokratan Joe Biden di bernameyekî televîzyonê de, di mijara hilbijartina 5 meh paşî ya serokkomariya Amerîkayê de şiroveyan kir.

Biden ragihand ku Trump di hilbijartina 3 yê meha 11an ya 2020an de, eger hilbijartênê wenda bike lê qebûl neke, wê leşker bi zorê wî ji Koşka Sipî derxin. Biden weha dewam kir:

“Endîşeya min ya herî mezin ew e ku ev serokkomar di hilbijartinan de dengan bidize. Ev mirov di hilbijartinên pêş de digot ku bi rêya postayê mirov dengan bikarbîne, ev hîle ye. Lê di baregeha xwe ya Oval de rûniştibû û li pişt maseya ku li serê rûdinişt, dengê xwe bi rêya postê bikaranî.”

Parve bike: