TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden û Guterres li ser kêseyên cîhanî guftûgo kirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 01 berfanbar 2020 17:02

PeyamaKurd – Di derbarê çend mijarên cîhanê, Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi rêya telefonê guftûgo kirin.

Li gor daxuyanîya wê Tîma Biden, Guterres û Biden li ser vîrusa Korona, guherîna avûhewayê, alîkarîyên mirovî, pêşketina domdar, aştî û ewlekariya cîhanê gotûbêj kirine û ji hev re dane zanîn bo çareserîya kêşeyên cîhanî hevkarîyeke xurt pêwîst e.

Herwiha Joe Biden ji Guterres re fikarên xwe yên ser pevçûnên li Etîyopya û sîvîlên wî welatî jî parve kiriye.

Parve bike: