TR KU SO
FB X
Cîhan

Biden wê di vê mehê de serdana Asyayê bike

Leyla Denli
Nivîskar
📅 06 gulan 2022 12:29

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, wê di vê mehê de serdana Asyayê bike û di wê serdanê de li ser bernameya atomî ya Koreya Bakur danûstandinan bike.

Li gor Berdevka Qesra Spî Jen Psaki ragihand, Biden wê di vê mehê de here Koreya Başûr û Japonya û bi rêberên wan welatan re ser bernameya atomî ya Koreya Başûr biaxife.

Herwiha Biden wê di serdanê de ser dagirkeriya Rûsya ya li Ukrayna biaxive.

Hat zanîn ku Serok Biden wê li Tokyo bi karbidestên Australîa, Japonya û Hîndistanê re jî biaxive.

Parve bike: