TR KU SO
FB X
Cîhan

Blinken bi awayekî surprîz li Serîaya Rojava bi Serokê Filîstînê re civiya

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 mijdar 2023 19:51

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, îro 5ê Mijdarê di çarçoveya serdana xweya Rojhilata Navîn de, bi awayekî surprîz serdana Şerîay Rojava kir û bi Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas re civiya.

Ev serdana Blinken a Ramallah ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve nehatibû eşkere kirin.

Di daxuyaniya Serokatiya Filîstînê de hatiye ragihandin ku Blinken û Ebas li Şerîaya Rojava civiyane.

Li aliyê din Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî da xuyakirin ku ji ber rewşa ewlehiyê heta serdan bidawî nebûye, wan ti hurgilî eşkere nekirine.

Miller da xuyakirin ku di hevdîtinê de, Blinken soza berdewama alîkariyên mirovî dubare kiriye û destnîşan kiriye ku, wê Filîstînî bi ti awayî bi zorê ji cih û warên xwe neyên derxistin.

Herwiha hate diyarkirin ku Blinken û Ebas li ser bidawîkirina tundiyê, dabînkirina îstiqrar û aramiyê li Filîstînê axivî ne.

Parve bike: