TR KU SO
FB X
Cîhan

Blînken: Me li dijî êrîskariya Rûsyayê 3 biryar dane…

Hevi Turan
Nivîskar
📅 02 hezîran 2023 21:51

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony di civîneke rojnamevanî ya li Fînlandayê de ragihand, Rûsyayê guh nedaye gotina ti kesî û dest bi şer kiriye û Amerîka û hevpeymanên wê jî rêya piştevanîya Ukraynayê û bihêzkirina NATOyê hilbijartine.

Antony Blinken got ku demê îsbat kiriye ku Rûsya bi êrîşkirina ser Ukraynayê re xeletiyeke stratejîk kiriye û wiha pê de çû: “Em tevî hevpeymanên xwe, me hemû şêwaz cerbandin ji bo rêgirtina li serîhildana şer, li Neteweyên Yekbûyî bi rêya kanalên pêwendîkirinê û hin rêyên din, lê belê Rûsyayê şer hilbijart.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha eşkere kir “Me 3 biryar dane, yek; alîkarîkirina Ukraynayê, du; bihêzkirina NATOyê û sê; cezakirina Rûsyayê.”

Parve bike: