“Bo bergiriya ji êrîsan mosekên S 300an têne bi cihkirin”
PeyamaKurd - Serokê Rêveberiya Operasyonên Giştî di Serokerkaniya Rûsyayê de Sergey Rodskoy ragihand, ne dûr e pêdaçûnê di pirsa hinartina sîstema moşekên bergiriyê yên S 300 de ji bo Sûriyê bikin.
Li gor ajansa “RT” Sergey Rodskoy gotiye, tê pêşbînîkirin di rojên bê de Rûsya wê sîstema moşekên bergîriyê S 300 li Sûriyê bicih bike, ji bo bersiva êrîşan bide.
Rodskoy diyar kir, ku berî çend salan li ser daxwaza hin hevpeymanên me yên rojavayî, me red kir ku moşekên S 300 bidin Sûriyê, lê piştî êrîşa îro, eger em pêdaçûnê di wê pirsê de bikin, ne tenê Sûriye, belkû hin welatên din jî bidest bixin.
Sergey Rodskoy wiha domand: “Me pêşketin di sîstema esmanî ya Sûriyê de kiriye, emê careke din bi awayekî baştir vê pêşketinê tê de bikin.”
Wek ku tê zanîn îro bi operasyoneke eskerî, Amerîka, Brîtanya û Fransayê çend binkeyên leşkerî bordûman kirin, ku tê pêşbînîkirin ji wan binkeyan rêjima Sûriyê bi çekê kîmyayî êrîşî ser navçeya Dûmayê ku bi ser Xûtaya Rojhilat ve ye kiribe.