TR KU SO
FB X
Cîhan

Bombe bi otobûsa leskerên Sûrî de hate teqandin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 25 mijdar 2024 20:30

PeyamaKurd - Li ser rêya Hims û Misyafê bombeyeke vedayî bi otobûsa leşkerên Sûriyê ve hate teqandin û di encamê de 11 leşker birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, 11 leşkerên sûrî di teqîna otobûsa leşkeran birîndar bûne.

Piştî bûyerê hêzên ewlekariya Sûriyê ketine seferberiyê û operasyonên lêgerînê dane destpêkirin.

Hîn ti aliyekî berpirsiya vê teqînê li xwe negirtiye, lê tê texmînkirin êrîş ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibe kirin.

Parve bike: