TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanya jî wê vîzeyên Suûdiyan betal bike!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2018 19:25

PeyamaKurd- Serokwezîra Brîtanyayê Teresa May got ku ew kesên ku têkilî kuştina Cemal Qaşikçî bûne, em ê vîzeya wan betal bikin.

Duh Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo gotibû ku em ê vizeya wan kesên ku têkilî kuştina Cemal Qaşikçî bûne, betal bikin û hinek dorpêçan jî deynin ser Suûdî Erebîstanê.

Piştî vê daxuyaniyê, heman tevger ji Brîtanyayê jî hat. Serokwezîra Brîtanyayê Teresa May got ku heke vizeya wan kesên ku têkilî kuştina Cemal Qaşikçî bûne hebe, di cih em ê vizeya wan betal bikin. May got ku em kuştina Cemal Qaşikçî ji dil û can şermezar dikin.

Di heman demê de Teresa May got ku îro li ser kuştina Qaşikçî ez ê bi Mîr Selman bin Ebdulezîz re bi telefonê biaxivim.

 

Parve bike: