Cîhan
Brîtanyayê dorpêç danî ser 7 berpirsên bilind ên pasdarên Îranê
PeyamaKurd – Hikûmeta Brîtanyayê, ji ber binpêkirinên mafên mirovan dorpêç danî ser 7 rêveberên bilind ên pasdarên Îranê û fînansorên wan.
Di daxuyaniya hikûmeta Brîtanyayê de hatiye gotin: “Brîtanya dorpêçan li ser fermandarên bilind ên Sûpaya Pasdarên Îranê û fînansorên wan disepîne.”
Di çarçoveya dorpêçên hatine eşkerekirin de, 5 endamên fonda pasdarên Îranê û du fermandarên bilind têne cezakirin.
Wezareta Xezîneya Amerîkayê jî beriya niha, tevî kompaniya petrokîmya ya Îranê dorpêç danîbû ser 20 keştiyên Îranê.