TR KU SO
FB X
Cîhan

‘Buhira Îstenbolê’ ji bo çûnûhata kestiyan hat girtin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 12 cotmeh 2024 21:05

PeyamaKurd – Wezareta gihandin û avahiyên bingehîn ya Tirkiyê ragihand ku çûnûhata keştiyan ya di Buhira Îstenbolê de, dualî hatiye girtin. Sedema girtina Buhirê; ji ber ku keştiyekî barhilgir ya barê ziwa tê de ariza kiriye û ji ber dirêjahiya keştiyê 106 metreye, Buhirê demkî girtine. Wezaret weha got:

“Keştiya ku ji Îsraîlê diçû Bûlgaristanê, di Buhira Îstenbolê de ariza kir ku dirêjahiya wê 106 metreye. Keştiya barhilgir ya bi navê B LINE, ji bo wê rizgar bike an  ariza wê çareser bike, me romorka xwe ya bi navê KURTARMA-5 şand ciyê bûyerê. Me cotalî çûnûhata di Buhirê de da rawestandin.”

Parve bike: