TR KU SO
FB X
Cîhan

Bûyera Qasikçî ji firaqê derdikeve: “Yekî dî jî hate kustin!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2018 16:42

PeyamaKurd- Di derbarê rojnamevanê Suûdî Cemal Qaşikçî de gelek şek û şubhe û îdda hene. Hê jî Cemal Qaşikçî derneketiye holê. Şubheyên li ser kuştina wî zêde dibin. Êdî niha jî kesekî bi bûyera wî re têkildar hate kuştin.

Ji 2yê Cotmehê ve rojnamevanê Suûdî Cemal Qaşikçî nexuya ye. Li Stenbolê ketiye konsulxaneya Suûdî Erebîstanê û ji wê seetê ve nehatiye dîtin. Piştî windabûna Qaşikçî komeke ji 15 kesan pêk tê, hate konsulxaneya Suûdî Erebîstanê ya li Stenbolê û dîsa vegeriyane Suûdî Erebîstanê. Yek ji van 15 kesan jî Serbazî Suûdî Meşal Saad El Bostanî bû. El Bostanî li Riyadê di qezayekê de jiyana xwe ji dest da. Vê bûyerê jî şek û şubhe zêde kirin. Tê îddakirin ku ji bo dengê wî qut bikin, hinekan El Bostanî kuştin.

Parve bike: