TR KU SO
FB X
Cîhan

Çavusoglu: Em nikarin Tirkiyeyê radestî kesî bikin

Ruken güler
Nivîskar
📅 08 rêbendan 2023 21:30

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, li Taxa Kalemlerê ya navçeya Manavgatê, di “Merasima Vegerandina Malên Gundê Manavgat û Aksekiyê ya piştî Karesata Şewatê” de axivî. Çavuşoglu, di axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên Tirkiyeyê.

Mevlut Çavuşoglu, di axaftina merasîmê de li ser hilbijartinên Tirkiyeyê ku dê îsal bên kirin axivî û bal kişand ser namzediya AK Partiyê û got

“Li cîhanê, pirsgirêkeke gelek giran heye. Ma em dikarin di vê heyama wiha aloz de Tirkiyeyê emanetê kesekî din bikin? Em ê mil bi mil bixebitin. Pênc meh mane, em ê bê rawestan bixebitin. Em ê bibêjin em ê rêya xwe berdewam bikin û em ê Recep Tayip Erdogan, careke din hilbijêrin û bikin Serokomar."

Her wiha Çavuşoglu diyar kir ku di dema şewatê de ew 15 rojan li herêmê man û got,

“Ne tenê Tirkiye, cîhan van xaniyên xweş dibîne. Li cîhanê pirsgirêkeke gelek giran heye. Ma em dikarin di vê heyama wiha aloz de Tirkiyeyê bispêrin kesekî din? Di siyaseta derve de hûn ê Tirkiyeyê bispêrin maseyên şeş û heftan? 

Ma hûn dikarin ewlekarî û perwerdehiya xwe bixin ser maseya şeş û heftan? Wê demê em ê bi hêz, mil bi mil bixebitin. Pênc meh mane, em ê bê rawestan bixebitin. Em ê bibêjin berdewam bikin û Recep Tayip Erdogan careke din hilbijêrin û bikin Serokomar."

Parve bike: