TR KU SO
FB X
Cîhan

Çavusoglu gihîst Washingtonê, di turikê wî de çi heye?

Salih Turan
Nivîskar
📅 06 sibat 2019 15:06

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu îro 6ê Sibatê ji bo beşdariya civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê û çend hevdîtinên ligel rayedarên Amerîkî bibe gihîşt Washingtonê.

Hat ragihandin ku dê Çavuşoglu bi hemkarê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo re jî bicive û li ser mijara avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê hevdîtinekê pêk bîne.

Hat zanîn ku Tirkiye 4 daxwazan ji Amerîkayê dike ku yek ji wan nehiştina YPGê û radestkirina çekên bo wan hatine dayîn, herêma ewle ya di bin kontrola Tirkiyê de were avakirin, bicihanîna rêkeftina Minbicê ya navbera Amerîka-Tirkiyê û mijara dawî jî piştî vekişînê rewşa baregehên Amerîkayê yên li Sûriyê ye.

Hêjayî gotinê ye, Tirkiye rijd e ku herêma ewle bi kontrola wan were avakirin, lê aliyê Kurd vê bi timî red dike. Herwiha li gor medya cîhanî Amerîkayê planek amade kiriye ku bi piştevaniya hêzên hevpeymanan ku Tirkiye ne tê de ye herêmeke tampon ava bike.

Parve bike: