Cîhan
Çavusoglu: “Me 60 hezar hemwelatiyên xwe anî welat
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku wan heya niha hemwelatiyên Tirkiyê yên ku li derveyê Tirkiyê bûn, ji wan di ser 60 hezar kesî de anîne Tirkiyê. Bi sedema kovid-19 ê ku seferên navdewletî ji aliyê gelek dewletan de hatin betalkirin, nema kes karibû dagere welatê xwe. Çavuşoğlu weha got:
“Me heya niha di ser 60 hezar kesî de hemwelatiyên xwe aniye Tirkiyê. Ji Tirkiyê jî kesên biyanî bo herin welatê xwe, di 20 hezar kesan de me wan şand welatên wan. Me desteka tibî bo 57 welatan kir.”