TR KU SO
FB X
Cîhan

CENTCOM: Li Sûriye û Iraqê 163 çekdarên DAISê hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 mijdar 2024 21:31

PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) li Iraq û Sûriyê kuştina 163 çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê ragihand.

CENTCOMê bi daxuyaniyeke ser medya civakî eşkere kir, hêzên wan ji 29ê Tebaxa borî ve bi hevkarîya hêzên şirîkên li Sûriyê û Iraqê, 95 operasyon li dijî DAIŞê pêk anîne.

CENTCOMê da zanîn, di wan operasyonan de, 163 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 33 hatine girtin, di nav de 30 serkirdeyên pilebilind hene.

Em ê di şerê DAIŞê de berdewam bin

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka diyar kir ku ev êrîş rê li ber êrîşên DAIŞê li ser sivîl, Amerîka û hevparên wê yên deverê digrin.

CENTCOMê destnîşan kir, Amerîka dê ligel hevparên xwe di şerê li dijî DAIŞê de berdewam be, ji bo misogerkirina şikestina timî ya rêxistina terorîst.

Parve bike: