TR KU SO
FB X
Cîhan

CEOyê sirketa îstîxbarata sûnî OpenAI dev ji wezîfeya xwe berdide

Leyla Denli
Nivîskar
📅 18 mijdar 2023 17:16

PeyamaKurd –  Hat ragihandin ku Midûrê Giştî yê OpenAI (CEO) Sam Altman ku sepana îstîxbarata sûnî ChatGPT çêkir, wê ji wezîfeya xwe derkeve û Mîra Muratî wê ji bo wezîfeya demkî were tayînkirin.

Li gorî daxuyaniya OpenAIyê, lijneya rêveber a şîrketê ragihand, Sam Altman wê wezîfeya xwe ya CEO û lijneya rêveberiyê biterikîne.

Hat diyarkirin, wê serfermandarê teknolojiyê yê şirketê Mîra Muratî bi awayekî demkî ji wezîfeya Altman were wezîfedarkirin, hat destnîşankirin ku biryara Altman a îstifakirinê piştî pêvajoya lêkolînê ya ji hêla lijneya rêveberiyê ve hat meşandin hat.

Di vê pêvajoyê de hat destnîşankirin, Altman di danûstandina xwe ya bi lijneya rêveberiyê re her tim ne samîmî bû û ev yek jî nehişt ku Altman berpirsiyariyên xwe bi cih bîne.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, "Lijne êdî baweriya xwe bi şiyana Altman nemaye ku rêberiya OpenAI bidomîne."

Parve bike: